Heseke-SANA
700 malbatên ji şênîyên navçeya Serê Kanîyê û gundewarê wê ku koçberî bajarê Hesekê bûbûn, di çarçoveya bernameya “vegera xwebexş” de, amadekarîyan dikin ku sibe Sêşemê vegerin cîwarên xwe yên resen.
Endamê Tîma Serokatîyê ya taybet bi bicihanîna lihevhatina 29ê Kanûna Yekem a bi “HSD”ê re, Dr. Mistefa Ebdî di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dupat kir ku amadekarîyên lojîstîk hatine temamkirin.
Ebdî destnîşan kir ku navçe bi hevahengîya Fermandarîya Ewlekarîya Navxweyî, ji mayîn û bermayîyên metirsîdar hatine paqijkirin.
Her wiha dîyar kir ku ji bo hêsankirina pêvajoya vegerê, bi hevkarîya rêxistinên navdewletî yên li herêmê, alîkarîyên xwarinê û wesayîtên veguhastina malbat û kelûpelan hatine dabînkirin.
Mistefa Ebdî bal kişand ser wê yekê ku xebat ji bo bilezkirina rêkarên vegera xwebexş a şênîyên Serê Kanîyê berdewam dikin; eşkere jî kir ku tê plankirin di dema bê de, nemaze berîya destpêkirina werzê zivistanê, komên nû yên kesên vedigerin bên rêkxistin.
Li gorî gotina navborî, hejmara giştî ya malbatên koçber ên ji Serê Kanîyê û gundewarê wê ku vêga li bajarê Hesekê dimînin, derdora 12.500 malbatî ye.