Şam-SANA
Îro Duşemê, Dadgeha Tawanan a Çarem li Şamê, cezayê zindana hetahetayê li tawanbar Ehmed Hesûn birî û biryara destdanîna ser hemû mal û milkên wî yên veguhêz û neveguhêz da.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku Hesûn bi encamdana tawanên dijmirovahîyê û tawanên şer ên li dijî gelê Sûrîyê di serdema rejîma hilweşîyayî de hat gunehbarkirin.
Ev yek di rûniştina şeşemîn a dadgehkirinê de, ku ji bo lêkolîn û ragihandina biryara dawî hatibû veqetandin, pêk hat.
Rûniştin bi serokatîya dadger Fexredîn El-Uryan hat lidarxistin û hejmarek ji endamên Desteya Niştimanî ya Dadperwerîya Veguhêz, û nûnerên rêxistinên yasayî û mirovî yên navdewletî tê de amade bûn.
Dadger El-Uryan di destpêka rûniştinê de got: “Daneyên li ber dest nîşan didin ku sazîya olî ya fermî, nexasim Dar El-Îfta, di serdema rejîma hilweşîyayî de ji bo peydakirina sîwaneke olî bo operasyonên leşkerî û ewlehîyê û rewakirina wan li ber raya giştî hatibû bikaranîn”.
El-Uryan her wiha da zanîn ku vê sazîyê bikaranîna bermîlên teqîner ên ku navçeyên sivîl dikirin armanc û wêranîyeke mezin pêk dianîn rewa dikir, ku ev yek binpêkirina rêgezên yasaya mirovî ya navdewletî ye.
Dadwer El-Uryan wiha berdewam kir: “Dadgehê biryar da ku tawanbar Hesûn bi tawana êrîşkirina ku dibe sedema gurbûna şerê navxweyî û pevçûna tayifî siza bike û cezayê zindana hetahetayê lê bibire. Her wiha biryara destdanîna ser mal û milkên wî yên veguhêz û neveguhêz û desteserkirina wan ji bo xezîneya giştî hat dayîn.”








