Gundewarê Şamê – SANA
Îro Çarşemê, 19 malbatên Sûrî ji Libnanê bi rêya dergehê Cdeydet Yabûs ê li gundewarê Şamê vegerîyan Sûrîyê, di çarçoveya karwanê vegera bidilxwazî de, bi hevkarîya Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Penaberan (UNHCR) û bi hevahengîya ligel Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê, Komîserîya li Libnanê û Rêxistina Navdewletî ya Koçberîyê (IOM) li Libnanê.
Rêveberê dergehê Cdeydet Yabûs Eymen Ebû Qesre, ji SANAyê re ragihand ku ev karwan yê 2yemîn e ji destpêka projeya vegera bidilxwazî ve. Her wiha dîyar kir ku dergehê sînorî ji destpêka salê ve derbasbûna nêzîkî 850 hezar welatîyên sûrî tomar kiriye, ku nêzîkî 50 hezar kesî ji wan di nav karwanên vegeryana bidilêxwe de vegerîyane, di demekê de ku hejmara mayî jî rêwîyên tevgera derbasbûnê ya asayî ne.

Ebû Qesre bal kişand ser hêsankarîyên ku rêveberîya dergehê sînorî pêşkêşî malbatên vegerîyayî dike, wek efûkirina wan ji xercên gumrikê sebaret tiştên wan ên kesane yên ligel wan, û hêsankirina gihîştina wan bo bajar û gundên wan ên li parêzgehên cuda cuda.


