Hims-SANA
Şaxê Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir li parêzgeha Himsê, operasyoneke ewlehiyê pêk anî; di encamê de du kesên bi navên (M. Q.) û (E. K.) hatin girtin, piştî ku têkilîya wan bi bazirganî û belavkirina madeyên hişbir re hate piştrastkirin.
Li gorî ku Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir li ser kanala xwe ya Telegramê duh Çarşemê ragihandiye, di destê her du kesên girtî de 50 hezar hebên hişbir yên ji celebê Kiptagonê hatin destserkirin, û ew dê ji bo bicîanîna rêkarên yasayî yên pêwîst dermafê wan de, radestî dadwerîya taybetmend bêne kirin.





