Şam-SANA
Di 24 demjimêrên borî de, li herêmên cuda cuda yên Sûrîyê, di encama hejmarek bûyerên trafîkê û şewatan de, 3 kesan jîyana xwe ji dest da û 32 kesên din jî birîndar bûn. Tîmên Parastina Sivîl ên Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ji hêla xwe ve bersiva wan da.
Parastina Sivîl, îro Çarşemê, bi rêya kanala xwe ya Telegramê, ragihand ku tîmên wê bersiva 24 bûyerên trafîkê daye; di encama van bûyeran de 2 kesan jîyana xwe ji dest da û 32 kes birîndar bûn. Alîkarîyên seretayî ji birîndaran re hatin pêşkêşkirin û piştre ji bo dermankirina pêwîst bo nexweşxaneyan hatin veguhestin, her wiha şûnmayên bûyeran hatin paqijkirin û cihên wan hatin ewlekirin.
Parastina Sivîl banga xwe ya ji bo ajokaran nû kir ku pabendîyê bi kêmkirina lezê bikin, rewşa teknîkî ya otomobîlê, xebata fren û paqijkerên caman kontrol bikin, û ji reftarên şaş ên ku mirov mijûl dikin, mîna bikaranîna telefona destan, dûr bikevin.









