Heleb-SANA
Îro Şemîyê, di encama teqîna mayîneke erdê bi wesayiteke endezyarîyê de di dema karên amadekirin û xweşkirina rêyên çandinîyê de li derdora bajarokê El-Îsê li gundewarê Helebê yê başûr, zilamek û zarokek bi birînên sivik birîndar bûn û ji bo wergirtina dermankirina pêwîst bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Fermandarê Operasyonên Parastina Sivîl li Helebê Feysel Mihemed Elî, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, dîyar kir ku mayîn bi wesayitê de teqîya, dema ku rêyên çandinîyê li rojhilatê bajarokê El-Îsê serrast dikirin, û di encamê de zilamek û zarokek bi birînên sivik birîndar bûne.
Elî dîyar kir ku tîmên Parastina Sivîl yekser berê xwe da cihê teqînê; birîndar derxistin û veguhestin nexweşxaneya El-Îsê ya destpêkî, paşê ji bo temamkirina dermankirinê ew şandin Nexweşxaneya Helebê ya Zanîngehê.