Şam – SANA
Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ragihand ku Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê di meha Îlona borî de, bi beşdarbûna 17 şirketên firokevanîyê yên likar, 2022 geştên esmanî tomar kirine. Di heman demê de hejmara giştî ya rêwîyan gihîştiye 229 hezar û 693 rêwîyan.
Desteyê, duh Yekşemê, dîyar kir ku hejmara rêwîyên hatî bo balafirxaneyê gihîştiye 98 hezar û 693 rêwîyan, li milê din hejmara rêwîyên çûyî gihîştiye 131 hezar rêwîyan.
Her wiha Desteyê amaje pê kir ku hejmara firokeyên ku meha Îlona bihûrî di esmanê Sûrîyê re derbas bûne gihîştiye 19 hezar û 951 firokeyan.