Gundewarê Şamê-SANA
Parêzgarê Gundewarê Şamê Amir El-Şêx, îro Pêncşemê, bi amadebûna rêveberê deverê Mihemed Elî Amir, daîreyeke rewşên sivîl li bajarokê Hemûrîyê li devera Xûtaya Rojhilat vekir.
Daîre bi armanca xurtkirina xizmetên rewşên sivîl, hêsankirina bidestxistina belge û mi’ameleyên fermî ji bo welatîyan û pêkanîna mi’ameleyên wan di çarçoveya jîngeheke xizmetguzarî ya amadekirî û nûjen de hat damezirandin.
Sivikkirina zehmetîya çûnûhatinê ji bo welatîyan
El-Şêx di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê zelal kir ku vekirina daîreya rewşên sivîl li Hemûrîyê di çarçoveya wê dîtina parêzgehê de tê ji bo raberkirina xizmetên nêzîk, hêsan û lezgîn ji bo welatîyan li deverên cihêreng.

Her wiha bal kêşa li ser wê çendê ku damezirandina daîreyê, berhema hevkarîyê ya di navbera parêzgeh, civaka xwecihî û Şaredarîya Hemûrîyê de ye, û bi serperştî û şopandina Rêveberîya Karûbarên Sivîl li parêzgehê çû serî.
El-Şêx amaje bi girîngîya daîreyê da ku dê zehmetîyên çûnûhatina welatîyan bo deverên dûr ji bo bidawîkirina mi’ameleyên xwe sivik bike û dê xizmetên sivîl li nêzîkî cihên rûniştina wan peyda bike.
Her wiha dîyar kir ku parêzgeh ji bo temamkirina vekirina navend û daîreyên xizmetguzarîyê yên mîna wê li hejmarek deverên din jî kar dike; bi awayekî ku gihîştina welatîyan bo xizmetan bi rihetî û hêsanî misoger bike.


