Laziqîye-SANA
Îro Duşemê, di encama gulebaranekê de li hundirê hola Dadgeha Tawanan a li Koşka Dadê a bajarê Laziqîyê, kesekî jîyana xwe ji dest da û polîsek jî birîndar bû.
Jêderekê di Wezareta Navxwe de ji SANAyê re dîyar kir ku lêkolînên destpêkê amaje bi wê yekê dikin ku bûyer ji ber dozeke tolhildanê rû daye, di heman demê de kesê gule berdane revîyaye.
Hêzên polîsan jî ji alîyê xwe ve tavilê li cihê bûyerê belav bûn, ku ji bo parastina silametîya sivîlan Koşka Dadê hat valakirin û girtin, di heman demê de alîyên pêwendîdar lêkolînên xwe ji bo eşkerekirina hûrgilîyên rûdanê didomînin.