Hesekê-SANA
Piştî rawestana xebatên siwarkirina pîveran û abonetîya nû ya vê xizmetguzarîyê zêdetirî du salan, Şirketa Elektrîkê ya Parêzgeha Hesekê dest bi wergirtina serlêdanên hemwelatîyan kir ku dixwazin pîverên elektrîkî bi dest bixin û siwar bikin.
Şirketê di daxuyanîyekê de ku SANAyê nusxeyek jê îro Yekşemê wergirtiye, zelal kir ku hemwelatîyên ku dixwazin bibin abone dikarin daxwazên xwe pêşkêşî Rêveberîya Karûbarên Abonîyan li taxa El-Neşwe-El-Vîlat bikin. Her wiha dikairn daxwazên xwe li beş û navendên şirketê yên ku li herêmên cuda cuda yên parêzgehê hene, pêşkêş bikin.
Şirketê dîyar kir ku belgeyên ji bo pêşkêşkirina daxwazê pêwîst, wêneyekî nasnameyê û wesleya elektrîkê cîranekî ye, bi armanca nîşandana navnîşana nû û dîyarkirina cihê xanî bi awayekî rast, wekî amadehî ji bo siwarkirina pîverî.
Şirketê bang li wan hemwelatîyan kir yên dixwazin pîveran bi dest bixin ku serdana navendên dîyarakirî bikin û belgeyên pêwîst pêşkêş bikin, ji bo temamkirina karûbarên teknîkî yên pêwîst ji bo siwarkirina pîveran.