Şam – SANA
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan ragihand ku ji sibeha îro Çarşemê ve, li ser Dergehê Sînorî yê Nesîbê yê bi Urdinê re, tevgera rêwîyan û ya bazirganîyê vegerîyaye rewşa xwe ya asayî.
Rêveberê Têkilî û Hevkarîya Navneteweyî yê Desteyê Mazin Elûş di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê ev agahî piştrast kir.
Elûş duh êvarê di daxuyanîyeke xwe de eşkere kiribû ku tevî biryara girtina dergeh jî, wan bi baldarî hewl daye ku otobusên umrekarên ku piştî bicihanîna erkên umreyê vedigerîyan welêt ji vê biryarê cuda bigirin; her wiha rê li ber rêwîyên ku ji ber sedemên mirovî yan nexweşîyê pêdivîya wan bi derbasbûnê hebû jî vekirî hatiye hiştin.
Navborî dupat kir ku karmendên dergeh şev û roj bênavber xebitîne da ku pêşwazîyê li van rewşan bikin û hêsankarîyên pêwîst pêşkêş bikin.
Wî her wiha da zanîn ku dergeh pêşwazîya bêhtirî 1600 umrekarî kiriye û hemû kar û barên wan ên fermî bi awayekî pir rehet û hêsan hatine cîbicîkirin.