Şam-SANA
Wezîrê Ewqafê Mihemed Ebû El-Xeyr Şikrî û Balyozê Dewleta Vatîkanê li Sûrîyê “Nûnerê Papa” Metran Luigi Roberto Cona, awayên bihêzkirina hevkarîya dualî gotûbêj kirin.
Wezaretê îro Şemîyê li ser kenala xwe ya Telegramê dîyar kir ku her du alîyan di hevdîtina ku li avahîya wezaretê li Şamê pêk hat, bal kişandin ser giringîya xurtkirina nirxên dîyalog û pêkvejiyanê; bi awayekî ku piştevanîya aştîya navxweyî bike û çanda rêzgirtina hemû pêkhateyên civakê ji hev re xurt bike.


