Şam – SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab, li gel şandeyeke Senatoya Fransayê (Encumena Pîran) bi serokatîya Olivier Cigolotti, rêyên pêşxistina têkilîyên di navbera Fransa û Sûrîyê de nirxandin.
Wezaretê îro Pêncşemê da xuyakirin ku di gotûbêjên her du alîyan de behsa çalakkirina rêyên hevkarîyê di warên ewlehî û kargêrîyê de hatiye kirin.
Hejmarek berpirsên Wezareta Navxwe jî beşdarî hevdîtinê bû.





