Şam-SANA
Sazîya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ragihand ku wê 88 gilî ji nav 122 gilîyên li balafirgehên Sûrîyê çareser kirine, ji dema destpêkirina platforma gilîyan di 25ê Çileya borî de heta 31ê Adara 2026an.
Sazîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Çarşemê dîyar kir ku hejmara giştî ya gilîyên ku ji platformê re hatine 122 gilî bûn; 88 ji wan bi temamî hatin çareserkirin, di demekê de ku 32 gilî hîn ji alîyê komîteyên pispor ve di qonaxa çareserkirinê de ne, û 2 gilî jî hatin redkirin ji ber ku pîvanên pêwîst tê de nebûn.
Ev gav di çarçoveya hewldanên Sazîya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî de tê ji bo xurtkirina şefafîyetê û pêşxistina kalîteya xizmetên ku li balafirgehên Sûrîyê tên pêşkêşkirin.