Şam – SANA
Duh Şemîyê, di encama 22 bûyerên trafîkê de li çend herêmên Sûrîyê, 42 kes birîndar bûn, û Tîmên Parastina Sivîl yên Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan bersiva wan da.
Parastina Sivîl îro Yekşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê ragihand ku tîmên wan alîkarîya pêşîn bo birîndaran pêşkêş kiriye, paşê ew ji bo wergirtina dermankirina pêwîst bo nexweşxaneyan veguhastine, her wiha şûnmayên bûyeran rakirine û cihên wan ewle kirine.

Parastina Sivîl tekezî li ser giringîya pabendbûna ajokaran bi kêmkirina lezê, piştrastbûna ji rewşa teknîkî ya otomobîlê, karên frenan û paqijkerên caman kir, her wiha daxwaz ji wan kir ku ji reftarên şaş ên ku mirov mijûl dikin, mîna bikaranîna telefona destan, dûr bikevin.





