Şam-SANA
Wezîrê Navxweyî Enes Xetab tekez kir ku lehengên Wezareta Navxweyî bi hûrgulî berdewan in di şopandina hemû çalakîyên terorîstî de. Wî dîyar kir ku ew her roj îsbat dikin ku mertalê welat û mîsogerîya ewlehîyê ne, û canê xwe feda dikin da ku gel di nava aramî û ewlehîyê de bijî.
Wezîr Xetab îro sêşemê di daxuyanîyekê de li ser platforma (X)ê got: “Ji çîyayên peravê (Sahil) bigire heta deştên Herêma Rojhilat û her sê parêzgehên wê, hewldanên hinek kesên ji yasayê derketî ji bo têkdana ewlehî û aramîya herêmê ranewestîyane; çi bermayîyên rêjîma berê û milîsên wê bin, çi jî rêxistina ‘DAIŞ’ê û çeteyên wê bin.”
Xetab her wiha anî ziman: “Rêxistina ‘DAIŞ’ê bi bêhêvîtîyê hewl dide ku bi rêya xapandina xortên temenbiçûk, serkeftinên dewleta Sûrî li Herêma Rojhilat bike armanc, bi taybetî piştî wê şahîya mezin a ku xelkê herêmê bi vegera ewlehî û aramîyê jîya.”
Wezîr Xetab wiha berdewam kir: “Lehengên hêzên me yên ewlehîyê di du rojên borî de canê xwe ji bo parastina ewlehî û silametîya gelê me feda kirin. Ev giranbuhatirîn tişt e ku mirov dikare di vê meha pîroz de, meha Remezanê, pêşkêş bike.”
Wezîr Xetab di dawîyê de got: “Em di serdegirtina şûnên rêxistina ‘DAIŞ’ê û şopandina bermayîyên wan de berdewam in, her wiha em ê li pey bermayîyên rêjîma berê ya tawanbar bin. Em ê li hember her gefekê ku ewlehîya welat û gelê me li seranserê axa welatê me yê delal bike armanc, rawestin.”