Şam-SANA
Pileya germahîyê gelekî dadikeve û li piranîya herêman bi qasî 8-10 pileyan ji asta xwe ya asayî kêmtir dibe.
Navenda Niştimanî ya Keşnasîyê dîyar kir ku îro Duşemê, bi roj hewa wê li deverên cuda bi awayekî navînî ewrî û baran be. Barîna baranê wê carinan gur be û birûsk û teyrok pê re bin, her wiha egereke kêm heye ku li lûtkeyên çîyayên Qelemûnê yên bilind berf bibare.
Navendê pêşbînî kir ku bi şev hewa bi gelemperî sar be, nexasim li herêmên çîyayî. Her wiha hişyarî hat dayîn ku li beşên herêma navîn, bakurrojava û herêma Cizîrê mij çêbibe.