Şam-SANA
Wezareta Hundir tekez kir ku têkbirina hewldana qaçaxçîtîya 25 mîlyon hebên keptagonê serkeftineke ewlehîyê ya awarte ye û di asta navxweyî û derve de bêmînak e. Ev serkeftin ji alîyê Rêveberîya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir ve, piştî şopandineke ku çend hefteyan berdewam kir, hat pêkanîn.
Wezaretê di postekê de li ser kanala xwe ya Telegramê îro Çarşemê dîyar kir ku Rêveberîya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir hemû kesên têkildarî tora bazirganîya madeyên hişbir girtin û dest danî ser hemû amûr û alavên lojîstîk ên ku di xetên hilberandin û veşartinê de dihatin bikaranîn.

Wezaretê destnîşan kir ku ev operasyona taybet nîşana jêhatîbûn û amadebûna bilind a kadroyên Rêveberîya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir e, di şopandin û pûçkirina planên sûcdar ên sînorbir de, ji bo parastina aramîya navxweyî û parastina civakan.


