Şam-SANA
Bi amadebûna hejmarek efser, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûrîyê Lîwa Mihemed Xeyr Şueyb bi Pêvekê Leşkerî yê Komara Îslamî ya Pakistanê li Şam û Bexdayê Emîd Îrfan Meqbûl Ehmed û şandeya pê re civîya.
Îro Sêşemê, Wezareta Parastinê di kanala xwe ya Telegramê de ragihand ku di hevdîtinê de tekezî li ser bihêzkirina hevkarîya dualî û pêşvebirina têkilîyên di warê leşkerî de hat kirin, bi awayekî ku bibe sedema pêşkeftineke zêdetir di navbera her du welatan de.

