Şam-SANA
Dadgeha Tawanan a Çarem a taybet bi Dadwerîya Veguhêz li Şamê, îro Pêncşemê biryara darvekirinê derbarê tawanbar Ebdilnasir Beraqî de da.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku berpirsyarîya wî di encamdana tawanên giran di serdema rejîma hilweşîyayî de hat piştrastkirin.
Ji nav tawanên ku Ebdilnasir Beraqî pê hatiye mehkûmkirin, ev hene: windakirina bi darê zorê, bêparkirina ji azadîyê, beşdarbûna di kuştina bi qestî de, îşkenceya ku dibe sedema mirinê, talankirina bi zorê û buxtana tawanbarî.
Rêveberê Rêveberîya Lêpirsîn û Hesabpirsînê li Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz, Parêzer Redîf Mistefa ji bo SANAyê dupat kir ku dadgehê di pênasekirina tawanên navborî de pişta xwe bi yasaya navdewletî girê daye û ew wekî “tawanên şer” û “tawanên dijî mirovahîyê” bi nav kirine.
Mistefa dîyar kir ku ev yek bi Danezana Destûrî re li hev tê da ku cure û mezinahîya tawanan bi awayekî hûr were dîyarkirin, lê ji bo birîna cezayî, Yasaya Niştimanî ya Sûrîyê wekî bingeh hatiye girtin.
Parêzer Mistefa her wiha da zanîn ku dadgehê biryar daye hemû ceza werin yekkirin û cezayê herî giran, ku darvekirin e, were sepandin.
Di heman demê de, biryar hat dayîn ku destdanîna parastinê ya li ser mal û milkên tawanbar, veguhere destdanîna cîbicîkar.
Ji ber giranî û mezinahîya tawanên ku hatine kirin, tawanbar ji her cure hincet an sedemên kêmkirina cezayî hat bêparkirin.