Şam-SANA
Kompanya Sûrî ya Petrolê piştgirîya xwe ya tam ji bo karê çavdêrîyê ku ji hêla Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê ve li hejmarek navend û zevîyên kompanyê li parêzgeha Dêrezorê tê birêvebirin, piştrast kir.
Ev pêngav bi hevahengîya Wezareta Enerjîyê tê birêvebirin.
Kompanyê destnîşan kir ku divê hewldanên eşkerekirina cihên kêmasî û gendelîyê berdewam bin û her kesê ku berpirsyarîya wî were piştrastkirin bê cezakirin, da ku malê giştî û şîyanên sektora neftê werin parastin.
Kompanyê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê duh Şemîyê ragihand ku ji destpêka karê çavdêrî û vekolînê ve, hemû dane û belgeyên pêwîst pêşkêşî alîyên pêwendîdar hatine kirin û hemû hêsankarî hatine peydakirin.
Her wiha tekez kir ku hevkarîya wê ya tam bi Desteyê û dezgehên dadwerî yên pêwendîdar re berdewam e, heya ku lêpirsîn bi dawî bibin û berpirsyarî li gorî rêbazên yasayî werin dîyarkirin.
Kompanya Sûrî ya Petrolê destnîşan kir ku ew li kêleka rêça vekolîn û cezakirinê, ji bo xurtkirina çavdêrîya navxweyî û nirxandina rêkarên peyman, çakkirin, veguhestin û pîvandinê kar dike, da ku hemû kil û kêmasî werin çareserkirin û rê li ber her cure gendelî û zêdegavîyan were girtin.