Gundewarê Şamê-SANA
Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz civîneke dîyalogê ligel kesûkarên qurbanî û rizgarbûyên ji bajarokê Cedîdet El-Fadilê li gundewarê Şamê li dar xist, bi mebesta belgekirina binpêkirinên giran û lêkolînkirina li ser wê komkujîya ku ji alîyê rejîma rûxandî ve di sala 2013an de hatibû kirin, ku di encamê de zêdetirî 400 sivîlî canê xwe ji dest da, ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn.
Desteyê ji SANAyê re dîyar kir ku wê şahidî û çîrokên kesûkarên qurbanî û rizgarbûyan belge kirine, wekî gavekê ku armanca wê eşkerekirina rastîya tiştên qewimîne, dîyarkirina berpirsîyarîyan û parastina mafên qurbanî û malbatên wan e.

Her wiha tekez kir ku eşkerekirina rastîyê mafekî resen ê qurbanî û kesûkarên wan e û stûnekî bingehîn ê dadwerîya veguhêz e, bi awayekî ku beşdarîyê di lêpirsîn, qerebûkirina zîyanan, parastina bîra niştimanî û rêgirtina li dubarebûna binpêkirinan di paşerojê de dike.