Gundewarê Şamê – SANA
Rêveberîya Endazyarîyê di Wezareta Berevanîyê de, îro Yekşemê, nêzî toneke bermayîyên şer li derdora bajarokê Şeqhebê yê nêzîkî Kenakerê li gundewarê Şamê têk bir, piştî ku agahîyek ji welatîyan li ser hebûna bermayîyên şer li wê deverê wergirt.
Rêveberîyê dîyar kir ku tîmê ev bermayîyên şer veguhastin cihêkî ewle berî ku wan li gorî rêkarên pejirandî têk bibe, bi awayekî ku alîkarîyê di kêmkirina metirsîyên wan li ser sivîlan û parastina niştecîhên deverê de bike.
Ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam de ên ji bo çareserkirina bermayîyên şer ên li çend deveran belavbûyî, bersivdana agadrarîyên welatîyan li ser hebûna wan û ewlekirina cihên derdora wan, tê.




