Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Beşê Zimanan li SANAyê.. Pencereya Sûrîyê ya li ser Cîhanê
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Beşê Zimanan li SANAyê.. Pencereya Sûrîyê ya li ser Cîhanê

Beşê Zimanan li SANAyê.. Pencereya Sûrîyê ya li ser Cîhanê

Hat weşandin: 2026/08/20 6:34 PM
Hat nûkirin: 2026/08/20 9:05 PM

Şam-SANA

Rizgarkirin ne tenê xaleke werçerxanê di qada Sûrîyê de bû, lê belê bû destpêka qonaxeke nû ji bo sazîyên niştimanî yên cihêreng, di nav de Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûrî (SANA).

Ji dema destpêkirina xwe ya nû ya berî salekê, ajans xebitî ku hebûna xwe ya medyayî ji nû ve ava bike û performansa xwe ya edîtorî û dîjîtal pêş bixe. Ev yek li ser bingeha dîtinekê pêk hat ku bi qonaxa nû re hevaheng e û peyamek e ku xwe dispêre veguhastina nûçeyan bi hûrbînî û berpirsyarî, da ku wêneya Sûrîyê û veguhertinên wê li pêşberî cîhanê raxe ber çavan.

Îro, SANA xwe dispêre karê pîşeyî û pêşketina berdewam û erkê xwe yê medyayî didomîne, da ku hebûna xwe wekî dengê Sûrîyê yê ber bi cîhanê xurt bike.

Beşê Zimanan: Pencereya Sûrîyê li ser cîhanê

Di cîhanekê de ku êdî sînorên erdnîgarî li pêşîya gihîştina nûçeyan nabin kelem, Beşê Zimanan ê Ajansa SANAyê wekî yek ji stûnên herî girîng ên xebata medyayî derdikeve pêş. Ev beş erkê gihandina nûçeyan bi zimanên cihêreng ji cemawerekî pirreng re hildigire ser milê xwe, di heman demê de hûrbînîya agahîyê û gîyanê nivîsa rojnamevanî diparêze.

Ev beş ji tîmên ku bi zimanên Îngilîzî, Fransî, Tirkî, Spanî û Kurdî dixebitin pêk tê. Di vî beşî de hewldanên edîtor û wergêran digihêjin hev da ku naveroka ajansê bigihînin şopînerên ji çandên cihê, bi zimanekî ku cîhan jê fêm bike.

Dîtineke edîtorî û peyameke yekgirtî bo cîhanê

Sernivîskarê Ajansê Omer Fir’ewn dibîne ku sala yekem a destpêkirina ajansê piştî rizgarkirinê, qonaxeke damezirandinê ya girîng bû di rêwîtîya wê de.

Fir’ewn got: “Ji dema destpêkirina wê di 20ê Tebaxa 2025an de, armanca me ya bingehîn ji nû ve avakirina bawerîyê bi sazîya medyayî ya niştimanî bû, û destpêkirina bi têgeheke nû ya xebata rojnamevanîyê ku xwe dispêre pîşekarî, pêbawerî û pabendbûna bi mafê cemawer di wergirtina agahîyên rast de.”

Navborî eşkere kir ku ajans, di serdema rejîma berê de, di çarçoveyeke berteng de kar dikir ku ji ber sedemên sîyasî û gotareke tekalî hatibû sepandin. Wî tekez kir ku SANA îro bêhtir li ser mijarên niştimanî vekirî ye û bi hûrbînî li ser veguhastina rastîyan û nîşandana deng û daxwazên Sûrîyan, li gorî pîvanên pîşeyî û rewiştî dixebite.

Fir’ewn piştrast kir ku ajansê îsal pêşketineke mezin di hejmar û kalîteya nûçeyan de bi dest xistiye, her wiha hebûna xwe li ser torên civakî xurt kiriye.

Sernivîskarê Ajansê dîyar kir ku piralîbûna zimanan dibe pirek ji bo gihandina wêneya rastî ya Sûrîyê, bi rêya pêşkêşkirina heman peyama rojnamevanîyê ji cemawerekî pirreng re bi şêwazên ku taybetmendîya her zimanekî û çanda wî li ber çavan digirin, bi awayekî ku hebûna SANAyê nola çavkanîyeke pêbawer a zanyarîyan xurt bike.

Sernivîskarê Ajansê Omer Fir’ewn axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em li SANAyê xwe dispêrin odeyeke nûçeyan a yekbûyî û mekanîzmayên edîtorî û verastkirinê yên hûr, bi vî awayî hemû guhertoyên zimanî xwe dispêrin heman çavkanîya rojnamegerîyê. Her wiha naverok berî weşandinê tê kontrolkirin da ku veguhastina wateyê bi dilsozî û bêyî têkçûna çarçoveyê were misogerkirin. Em her wiha hewl didin ku wergêr û edîtor di pêvajoya edîtorîyê de bibin hevpar, ne ku tenê veguhêzerên nivîsê bin.”

Derbarê qonaxa bê de, Fir’ewn destnîşan kir ku daxwaza ajansê ew e ku bibe jêdereke nûçeyan a bawerpê ji bo şopandina karûbarên Sûrîyê; ev jî bi rêya berfirehkirina hilberîna piralî ya zimanan, xurtkirina naveroka dîjîtal û dîtbarî (vîdyo), avakirina hevbeşîyên medyayî û pêşxistina şîyanên kadroyan sergihayî dibe.

Ezmûna karê salekê

Serokê Fermangeha Zimanan û Berpirsê Beşê Zimanê Spanî li SANAyê Fadî Marûf eşkere kir ku beş yek ji stûnên bingehîn ên xebata ajansê ye, bi rêya veguhastina nûçe û naveroka rojnamevanîyê bi pênc zimanan ji cemawerekî berfireh re li hundir û derveyî Sûrîyê.

Marûf dîyar kir ku hilbijartina van zimanan bi belavbûna wan a berfireh û girîngiya mixatebeya cemawerê navneteweyî û herêmî re hevaheng e. Wî bal kişand ser taybetmendîya zimanê Tirkî li gorî cihê erdnîgarî û têkilîyên bi Tirkîyê re, û rola zimanê Kurdî di gihîştina bi axêverên vî zimanî li hundirê Sûrîyê û welatên cîran, her wiha rola zimanê Spanî di avakirina piran di navbera Sûrîye û welatên li pişt deryayan de.

Her wiha di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku naveroka piralî ya zimanan beşdarî berfirehkirina hebûna ajansê û gihîştina wê bi şopînerên li her pênc parzemînan kir; ji Amerîkaya Latîn, Amerîkaya Bakur, Afrîka û Ewropayê, heta digihîje Asya û Awistralyayê. Bi vî awayî nûçe digihîjin bi milyonan şopîneran, di nav de Sûrî û kesên bi eslê xwe Sûrî yên li derveyî welêt dijîn, nemaze nifşên ku bi Erebî naaxivin.

Marûf gotina xwe dewam kir û anî ziman ku beşê di sala xwe ya yekem de pêşketineke jimareyî û kalîteyî bi xwe ve dît, ku ev di zêdebûna hejmara nûçe û raporan û pêşxistina asta edîtorîyê de dîyar bû.

Ev yek ligel amadekirina kadroyan û mifawergirtina ji teknolojîyên nûjen, bi pabendbûna bi hûrbînî û objektîfbûnê û piştsgirêdana bi jêderên pêbawer re hat, wekî hevahengîyekê bi dirûşma SANAyê re: “Nûçe hûrbînî û berpirsyarî ye”.

Pireke têkilîyê bi cemawerekî berfireh re

Ji alîyê xwe ve, Serokê Beşê Tirkî li SANAyê Yaşar Hesen tekez kir ku beş pireke medyayî ya girîng e di navbera Sûrîye û cemawerê ku bi zimanê Tirkî diaxive; ev yek ne tenê bi Tirkîyê re sînordar e, lê belê digihîje welatên din ên ku bi vî zimanî diaxivin, mîna Azerbaycanê.

Hesen bal kişand ser têkilîyên erdnîgarî, dîrokî û aborî yên di navbera Sûrîye û Tirkîyê de, ligel balpêdana raya giştî ya Tirk li ser karûbarên Sûrîyê, ku ev yek pêşkêşkirina naverokeke pîşeyî û cihê bawerîyê bi zimanê Tirkî dike pêdivîyeke bingehîn.

Wî dîyar kir ku xebata beşê wergera peyv bi peyv a nûçeyan derbas dike, da ku naverokeke sîyasî, aborî, mirovî, çandî û werzişî pêşkêş bike ku xeyseta zimanî û çandî ya cemawerê armancgirtî li ber çavan digire, û alîkarîya wan dike ku geşedanên li Sûrîyê ji jêdereke fermî ya ku xwe dispêre pîşekarî û hûrbînîyê fêm bikin.

Hesen dibîne ku ezmûna beşê di sala yekem a destpêkirina SANAyê de erênî bû û bingehek ji bo xebateke pîşeyî ya ku dikare were pêşxistin ava kir. Wî destnîşan kir ku beş bi ser ket ku hebûna xwe di nav platforma piralî ya zimanan a Ajansa SANAyê de çespand, û şopandina rojane ya bûyerên Sûrîyê û herêmê bi zimanê Tirkî li gorî pîvanên edîtorî yên pîşeyî berdewam kir.

Hebûneke ku pirrengîya Sûrîyê nîşan dide

Ji hêla xwe ve, Serokê Beşê Kurdî li SANAyê Ehmed Hacî dîyar kir ku hebûna vî beşî pêngaveke girîng e ber bi medyayeke berfirehtir ku pirrengîya çandî û zimanî li Sûrîyê nîşan dide.

Hacî eşkere kir ku destpêkirina xizmetguzarîyê bi zimanê Kurdî ne tenê zêdekirina zimanekî nû ye, lê belê fersendê dide beşekî mezin ji Sûrîyan ku bi zimanê xwe yê dayikê bigihîjin nûçe û agahîyan, û ev yek nîşana vekirîbûna ajansê ye li ser mixatebekirina pêkhateyên cihêreng ên civaka Sûrîyê di çarçoveya peyameke medyayî ya niştimanî û pîşeyî de.

Navborî di berdewamîya axaftina xwe de ragihand ku peydakirina naverokê bi zimanê Kurdî pirên têkilîyê bi cemawerê ku bi vî zimanî diaxive re xurt dike, û beşdarî berfirehkirina bingeha şopînerên ajansê û xurtkirina bawerîya bi naveroka wê dibe, ligel liberçavgirtina taybetmendîya zimanî û çandî ya vî cemawerî.

Hûrbînî bingeha peyama rojnamevanîyê ye

Rojnamevan Mihemed Faris ji Beşê Zimanê Îngilîzî dibîne ku hûrbînî yek ji dijwartirîn astengîyên wergera nûçeyan e, nemaze di mijarên ku bala cemawerê Sûrî yê li derve û şopînerên navneteweyî dikişînin.

Navborî dîyar kir ku parastina hûrbînîya peyama rojnamevanîyê bi fêmkirina nivîsa resen û rastkirina wê bi baldarî dest pê dike, piştre veguhastina wê bi têgehên rojnamevanîyê yên kêrhatî ji bo xwezaya zimanê armancgirtî.

Faris bal kişand ser wê yekê ku xebat xwe dispêre rastkirineke hevpar di navbera wergêr û serokê dewrê de, ku ev yek rê dide kontrolkirina materyalê û gengeşekirina her têbînîyekê berî weşandinê, bi mebesta gihîştina astên herî bilind ên hûrbînî û kalîteyê di veguhastina nûçeyan de.

Nûçe ji edîtorîyê heya xwendevan

Ji alîyê xwe ve, Seroka Beşê Fransî ya SANAyê Rexda El-Beytar da zanîn ku nûçeya bi zimanê Fransî tê weşandin di çend qonaxan re derbas dibe; ev qonax bi hilbijartina materyala nûçeyê dest pê dikin—çi ji berhemên ajansê bin an ji nûçeyên derve yên ku bala cemawerê Fransîaxêv dikişînin—û paşê xwendin, têgihiştin û edîtokirina wê li gorî xisleta ziman tê kirin.

Rexdayê anî ziman ku materyal berî ku di malper û platformên torên civakî de were weşandin, di qonaxa werger û rastkirinê re derbas dibe, da ku bigihîje cemawerê Fransîaxêv li Ewropa, Amerîkaya Bakur, Afrîka û çend welatên Asyayê.

Berpirsyarîyeke yekgirtî bi zimanên cihêreng

Hemû materyalên nûçeyan berî weşandinê di qonaxên edîtorî, sererastkirin û kontrolê re derbas dibin, di çarçoveya hevahengîyeke berdewam a di navbera odeya nûçeyan û beşên zimanan de. Ev yek ji bo misogerkirina hûrbînîya agahîyê, ewlehîya wergerê û gihandina peyama rojnamegerîyê ji xwendevan re bêyî ku çarçove yan naveroka wê têk biçe, tê kirin.

Piştî salekê ji destpêkirina nû, Beşê Zimanan di Ajansa SANAyê de çespandina hebûna xwe berdewam dike wekî yek ji pirên herî giring ên têkilîya di navbera ajans û cemawerê wê de li hundir û derveyî Sûrîyê.

Bi rêya beşên xwe yên bi zimanên Kurdî, Tirkî, Îngilîzî, Fransî û Spanî, ew veguhastina nûçeyan bi rengekî pîşeyî û hûrbînî didomîne, ku ev yek pêşketina performansa medyayî ya ajansê nîşan dide û hebûna wê ya herêmî û navneteweyî xurt dike.

Beş di pêşxistina hebûna xwe de bi pêş ve diçe, bi piştgirêdana bi kadroyên xwe yên rojnamevan û wergêran, û bi peyameke ku bawer dike “Nûçe hûrbînî û berpirsyarî ye”.

Mixatebekirina cîhanê bi zimanên wê yên cuda, beşekî bingehîn e ji peyama SANAyê di gihandina wêneya Sûrîyê de ji cîhanê re.

​El-Hîlalî: Tîma Serokatîyê bi Dehan Dosya Pêk Anîne û Proseya Tevlîbûnê Pêş Xistiye
Wezîrê Rewşên Awarte Hişyarîyê Dide ku Melevanî di Çemê Firatê de Neyê Kirin
Wezîra Kar a Sûrîyê: Biryarnameya 13an a Taybet bi Kurdên Sûrîyê Hemwelatîbûnê Xurt Dike
Desteya Niştimanî ya Windayan Ragihand ku li Sehil a Qelemûnê Bermahîyên Mirovî Hatine Dîtin
Bilindbûna rêjeya serkeftinê di ezmûna wergirtina destûra ajotinê de
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:SANA
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tîmên endazyarîyê zevîya dawî ya mînan li gundewarê Şamê paqij dikin

September 15, 2026

Bi Beşdarîya Zêdetirî 50 Kompanyan.. Wezareta Derve Pêşwazî li Şandeke Aborî ya Amerîkî Kir

September 15, 2026

15 Werzişvan Nûnertîya Sûrîyê di 9 Lîstikan de di Asiad Japonê ya 2026an de Dikin

September 15, 2026

​Serok El-Şeri’ li Kêleka Lûtkeya Medyaya Erebî li Dubayê ligel Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê Dicive

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?