Şam-SANA
Hikûmeta Sûrîyê îro Çarşemê, efserê berê yê artêşa rejîma hilweşîyayî, Lîwa Adil Îsa, ji rayedarên Libnanê wergirt.
Adil Îsa fermandarê berê yê Fîrqeya /17/ û heta sala 2016an fermandarê hêzên bejayî li Dêrezorê bû.
Piştî girtina wî ji alîyê dadwerîya Libnanê ve li ser bingeha biryara girtinê ya serdozgerê Libnanê, hat radestkirin.
Wezareta Navxwe ya Sûrîyê li ser rûpela xwe ya Telegramê dîyar kir ku hevahengî ji bo vegerandina Îsa li ser daxwaza Serdozgerê Komarê pêk hatiye.
Biryara girtina xîyabî (neamade) derbarê wî de ji hêla dadwerê lêkolînê yê heftemîn ve hebû, li ser bingeha tawanên kuştina bi qestî, hêsankirina pêkanîna tawanan, kuştina bi qestî ya zêdetirî du kesan û îşkenceya ku dibe sedema mirinê.
Her wiha ew bi tawanên êrîşkarî bi mebesta gurkirina şerê navxweyî û mezhebî tê tawanbarkirin.
Wezareta Navxwe eşkere kir ku doz niha li pêşberî dadwerê sewqê (dadwerê îhaleyê) yê çaremîn li Şamê tê vekolînkirin, wekî amadekarîyekê ji bo şandina Adil Îsa ber bi Dadgeha Tawanan a Şamê ve.