Rîyad – SANA
Navenda Şah Selman a Hawarçûn û Karûbarên Mirovî, û ji bo nûjenkirina avahîyên perwerdehî û civakî li parêzgehên Hims, Der’a û Dêrezorê li Sûrîyê, bernameyeke cîbicîkirinê ya hevpar ligel yek ji rêxistinên civaka sivîl îmze kir.
Ajansa Nûçeyan a Siûdî duh Sêşemê ragihand ku ev bernameya ku duh hate îmzekirin, nûjenkirineke berfireh ji bo 4 dibistanan û 3 dezgehên civakî, sazkirina sîstemên enerjîya rojê û peydakirina mobîlya û amûrên bingehîn dihewîne.
Ajansê da zanîn ku ev proje parçeyek ji bernameya nûjenkirina binesazîya perwerdehîyê li Sûrîyê ye, ku niha avakirin, nûjenkirin û amadekirina 53 dibistanan di rêya wê re, li hejmareke ji parêzgehan birêve diçe.
Hêjayî gotinê ye ku ev bernameya cîbicîkirinê di çarçoveya xebatên mirovî û hawarçûnê de tê meşandin, ku Erebistana Siûdî ji bo pişkdarîya di vegerandina rola sazîyên perwerdehî û civakî li Sûrîyê, vê bernameyê bi rêya Navenda Şah Selman a Hawarçûnê pêşkêş dike.