Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikan bang li hemû rêwîyên ku bi rêya dergehên sînorî yên bejahî, deryayî û ezmanî yên Komara Erebî ya Sûrîyê re derbas dibin kir, ku ji bo hêsankirina rêkarên rêwîtîyê û dûrketina ji her derengmayînê, xwe ji hilgirtina pereyên kevn, an jî tiştên entîke û kelûpelên ku guman heye perçeyên şûnwarî bin, dûr bixin.
Rêveberê Têkilîyên Desteyê Mazin Elûş di daxuyanîyekê de duh Înîyê dîyar kir ku desteserkirina her yek ji van kelûpelan, pêwîst dike ku rapora gumrikê bi awayekî fermî bê nivîsandin, û perçeyên gumanbar ji bo Rêveberîya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan bên şandin, da ku pişkinîna teknîkî bê kirin û xweza û nirxê wan were dîyarkirin, ev jî wekî amadekarîyekê ji bo temamkirina tedbîrên yasayî û gumrikî.
Elûş her wiha lê zêde kir ku heta bersiva fermî ji Rêveberîya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan neyê jî, rêwî nikare karûbarên rêwîtîya xwe temam bike.