Şam-SANA
Ofîsa Serokatîyê ya Encumena Gel a Sûrîyê civîna xwe ya yekem bi serokatîya Serokê encumenê Ebdilhemîd El-’Ewwag pêk anî.
Îro Duşemê, encumenê eşkere kir ku di civînê de karnameya qonaxa bê hat gotubêjkirin, û amadekarîyên taybet ji bo lidarxistina rûniştina bê ya encumenê hatin nirxandin. Her wiha mekanîzmaya hilbijartina komîteya dariştina rêziknameya hundirîn û rêkxistina rûniştinên din hatin gengeşekirin.
Amadekarîyên lojîstîk û îdarî yên girêdayî endamên encumenê jî di civînê de hatin nirxandin, da ku destpêkirina karên encumenê bi awayekî çalak û rêkxistî were misogerkirin û şert û mercên pêwîst ji bo misogerkirina erkên wê yên yasadanînê werin amadekirin.
Di civînê de, Cîgirê Yekem ê Serokê Encumena Gel Mistefa Mûsa, Cîgira Duyem Madona Bişare û Sekreterê Encumenê Mueyed Hebîb beşdar bûn.