Şam – SANA
Pileyên germahîyê li piranîya herêmên Sûrîyê li dordora rêjeya xwe ya asayî an jî hinekî jê bilindtir dimîne, ji bilî herêmên Rojhilat û Badîye, ku germahî bi qasî 2-3 pileyan ji rêjeya asayî bilindtir e.
Li gorî Navenda Neteweyî ya keşnasîyê, dê îro Yekşemê bi giştî keşûhewayeke havînî, û germahîyeke rêjeyî be, û li herêmên Rojhilat, Cizîr, û Badîye dê di navbera sayî û hinekî ewr de heta germ û tozdar be.
Di danê şevê de keşûhewa xweş e, rêjeya şilîyeke bilind li herêmên Rojava û Başûr peyda dibe. Hişyarî ji çêbûna mijeke sivik li hin beşên herêma Başûr û Bilindahîyên Peravê di demjimêrên serê sibehê de tê dayîn.
Tevgera ba dê di navbera rojavayî heta başûrî rojava de be, û xurtbûna wî di navbera sivik û orte de be, li gel bahozên bihêz ku leza wan di demjimêrên piştî nîvroyê de ji 55 km/saetê de derbas dibe, bi taybetî li herêma Navîn, Başûr û Bakurê Rojava, ku dibe sedema rabûna toz û tirabêlkan li wan herêman. Bilindbûna pêlên deryayê dê sivik be.
Germahîya herî zêde û kêm li parêzgehên Sûrîyê:
| Şam | 20/37 |
| Gundewarê Şamê – Qelemûn | 16/32 |
| Quneytira | 18/32 |
| Der`a | 22/35 |
| Siwêda | 20/33 |
| Hims | 23/34 |
| Hema | 25/37 |
| Laziqîyê | 26/31 |
| Tertûs | 26/31 |
| Heleb | 23/38 |
| Îdlib | 23/35 |
| Dêrezorê | 29/42 |
| Reqa | 27/40 |
| Hesekê | 29/41 |