Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab bi Serokê Desteya Niştimanî ya Windabûyan Rida Celxî re bingehên danîna mekanîzmeke xebatê ya hevbeş di navbera Wezaret û Desteyê de ji bo şopandina dosyaya eşkerekirina gorên komî gotûbêj kirin.
Wezareta Navxwe di kanala xwe ya Telegramê de îro Duşemê ragihand ku di civînê de rêyên bikaranîna teknolojîyên nûjen ji bo piştrastkirina hûrbîn a nasnameya bermahî û hestîyan hatin nirxandin.
Her wiha amadekarîyên danîna planeke kar a tekûz di çarçoveya projeyeke niştimanî de ku hemû alîyên têkildar li xwe digire, hatin gotûbêjkirin.
Her du alîyan tekezî li ser giringîya hevahengîya hewldanan û temamkirina rolan kirin ji bo gihîştina bi encamên dîyarker di vê dosyaya mirovî de, bi awayekî ku di eşkerekirina çarenivîsa windabûyan û parastina mafên malbatên wan de bibe alîkar.






