Şam-SANA
Komîteya Nehiştina Qezenca Nerewa bi hevkarîya Wezareta Darayî û Desteya Giştî ya Birêvebirin û Parastina Mal û Milkên Dewletê, destpêkirina kampîneke niştimanî ya berfireh ji bo vekolîna peyman û veberhênanên mal û milkên dewletê li hemû parêzgehên Sûrîyê ragihand.
Armanca vê kampînê parastina mal û milkên giştî û vegerandina mafên ku di dehsalîyên borî de ji ber kiryarên gendelîyê yan qezenckirina nerewa zirar dîtine ye.
Komîteyê di daxuyanîyekê de ku îro Yekşemê kopîyek jê gihîşt SANAyê, dîyar kir ku kampîn vekolîna cureyên cuda yên girêbestên kirê, veberhênan, bikaranîn û hemû karûbarên yasayî yên girêdayî mal û milkên dewletê li xwe digire.
Ev yek ji bo piştrastkirina pabendbûna bi yasayên berkar û destnîşankirina her nîşaneyeke xapandina mezin, bikaranîna desthilatdarîyê, lihevkirinên nepenî yan kiryarên ku zirar gihandine mafên dewletê tê kirin.
Komîteya Nehiştina Qezenca Nerewa tekez kir ku ev hemû dosye dê li gorî rêkarên pejirandî bikevin bin lêkolîna darayî û yasayî, û ti berpirsîyarîyek nayê sepandin heta ku lêkolîn neyên temamkirin û tedbîrên yasayî yên pêwîst neyên wergirtin.
Her wiha hat dîyarkirin ku ev kampîn lêkolîna hejmareke pir mezin a dosyeyên mal û milkên dewletê li parêzgehên cuda cuda li xwe digire, ku wekî yek ji mezintirîn operasyonên hûrbînîyê di dîroka van dosyeyan de tê hesibandin, bi mebesta parastina mafên dewletê û gelê Sûrîyê û piştrastkirina ewlehîya birêvebirina mal û milkên giştî.
Komîteyê amaje bi wê yekê jî kir ku daxwazên eşkerekirinê dikarin rasterast ji komîteyê re yan bi rêya portala elektronîk a fermî werin pêşkêşkirin.