Şam – SANA
Duh Çarşemê, Desteya Niştimanî ya Windayan kaxezeke gotûbêjê ya niştimanî derbarê rêgezên rêveber ên yasaya karûbarên windayan û yên bi darê zorê hatine windakirin da destpêkirin.
Ev wekî pêngavekê ye ber bi amadekirina yasayeke niştimanî ya giştî ku mafê naskirina rastîyê xurt dike û mafên windayan û malbatên wan diparêze.
Desteyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ev kaxez 12 mijarên sereke dihewîne, ku bingeha dîyaloga li ser prensîbên yasayê pêk tînin. Ev yek li ser bingeha nêzîkatîyeke hevpar e ku malbatên windayan, pispor, sazîyên civaka sivîl û alîyên peywendîdar ên niştimanî û navneteweyî li xwe digire. Her wiha dûpat kir ku dengê malbatan di avakirina yasayê de beşdar e.
Desteyê eşkere jî kir ku ev mijar van hêlan li xwe digirin: Armanc û çarçoveya yasayê, mafên malbatên windayan, rewşa yasayî ya kesê winda, eşkerekirina çarenivîsê û encamên wê yên yasayî, erkên desteyê, lêgerîn û komkirina agahîyan, windakirina bi darê zorê, gorên bi kom û bermayîyên mirîyan, belge û DNA, hevkarîya niştimanî û navneteweyî, parastina bîrewerîya niştimanî û bicihanîna yasayê.