Şam- SANA
Wezîrê Dadê Mezher El-Weys tekez kir ku qonaxa niha, wekî qonaxa avakirin û vejandinê, bilezkirina encamdana dozên welatîyan û misogerkirina berdewamîya karê dadwerî ferz dike.
El-Weys îro Pêncşemê li ser platforma (X)ê, rêkxistina nû ya bêhnvedana dadwerî û kêmkirina dema wê ragihand, bi awayekî ku hevsengîyê di navbera berdewamîya kar di dadgehan de û parastina mafên xebatkarên tê de pêk bîne. Wî tekez kir ku dadwerî derengxistin, tembelî yan jî paşxistinê di xizmeta mirovan de napejirîne.
Wezareta Dadê duh biryarek derxistibû ku tê de bêhnvedana dadwerî ya sala 2026an tenê bi meha Tebaxê dîyar kiribû.