Şam-SANA
Navenda Niştimanî ya Erdhejan a ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve, bi armanca xurtkirina hevkarî û temamkarîya di navbera her du alîyan de, ligel Sazîya Giştî ya Jeolojî û Samanên Madenî ya ser bi Wezareta Enerjîyê ve bîrnameyeke hevkarîyê îmze kir.
Ev pêngav li avahîya Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a li Şamê pêk hat.
Wezareta Rewşên Awarte îro Çarşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ev bîrname armanc dike ku hewldanên zanistî û teknîkî bike yek, da ku beşdarîyê di amadekirina lêkolîn û raporên teknîkî yên hûrbîn de bike.

Her wiha wezaretê da zanîn ku armanceke din a vê lihevkirinê dabînkirina bingeheke zanistî ya pêbawer e ji bo piştgirîkirina plansazîya qonaxa bê, nexasim pêdivîyên jinûveavakirinê; ew jî bi rêya pevguhertina ezmûnan, hevahengîya xebata hevbeş û sûdwergirtina ji derfetên berdest ên li cem her du alîyan.
Alîkarê Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Ehmed Iqzêz û Rêveberê Sazîya Giştî ya Jeolojî û Samanên Madenî Sîrac El-Herîrî, bi amadebûna Rêveberê Navenda Niştimanî ya Erdhejan Cemal Zekûr, bîrname îmze kirin.