Şam-SANA
Wezîrê Hundir Enes Xetab îro Şemîyê, ligel Cîgirê Serokê Encumena Wezîran a Komara Libnanê Dr. Tariq Metrî û şanda pê re, hejmarek dosyayên hevbeş û pêşxistina warên hevkarîyê li gorî daxwazên qonaxa niha gotûbêj kirin.
Li gorî agahîyên ku Wezareta Hundir li ser kanala xwe ya Telegramê weşandine, gotûbêj li ser sê xalên sereke bûn; di nav de pêşxistina stratejîyên hevkarîya ewlehîyê di navbera her du alîyan de, bi awayekî ku asta hevahengîyê bilind bike û li hember astengîyên ewlehîyê yên hevbeş amade be.
Her wiha di hevdîtinê de karûbarên girêdayî penaberên Sûrî li Libnanê hatin nirxandin, bi taybetî alîyên yasayî yên girêdayî rewşa wan, ligel mijarên belgeyên fermî, da ku di rêkxistina vê dosyeyê û çareserkirina pirsgirêkên têkildar de bibe alîkar.





