Şam-SANA
Rêveberîya Karûbarên Tenduristîyê li parêzgeha Şamê îro Sêşemê dest bi cîbicîkirina rêkarên qedexekirina çêkirin, belavkirin, firotin, kirîn û bikaranîna cixareyên elektronîk kir, ji ber metirsîyên wan ên li ser tenduristîya mirovan.
Rêveberê Karûbarên Tenduristîyê li parêzgeha Şamê Ridwan El-Sewaq di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê îro sêşemê da zanîn ku ev qedexe ji bo parastina tenduristîya giştî tê, nexasim li cem zarok û nûciwanan, ji ber ku hinek nexweşîyên pişikê bi bikaranîna cixareyên elektronîk ve girêdayî ne.
El-Sewaq bal kişand ser wê yekê ku rêveberîyê dest bi zêdekirina gerên çavdêrîyê li ser bazar û dezgehên ku cixareyên elektronîk difirotin kiriye, piştî ku di dema borî de belavbûna wan zêde bû, lewra pêwîstî bi tundkirina rêkaran hat dîtin da ku belavbûna wan were sînordarkirin.