Şam-SANA
Rêveberîya Leşkerkirin û Seferberîyê li Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê, vekirina derîyê xwebexşîyê li berjewendîya Hêzên Deryayî ragihand, ji bo her du xalên xwendekarên efser û xwendekarên efserên pilebilind, li gorî merc û pisporîyên diyarkirî. Her wiha hatiye diyarkirin ku pêşgavîya qebûlkirinê ji bo rûniştvanên parêzgehên Laziqîye, Tertûs, Hims, Hema û Idlibê ye.
Xula xwendekarên efser
Wezaretê di daxuyanîya xwe ya îro Şemîyê de dîyar kir ku derîyê xwebexşîyê ji bo xula xwendekarên efser, derçûyên kolejên endezyarîyê û akademîyên deryayî di van beşan de li xwe digire: Endezyarîya deryayî, endezyarîya pergalên hêza elektrîkê, endezyarîya mekanîk, endezyarîya mekatronîk, endezyarîya ragihandinê, endezyarîya elektrîkê, endezyarîya elektronîk, endezyarîya zanyarîy, endezyarîya kompîturên elektronîk, mekanîk û elektrîka keştîyan û sarkirin û hewayê.
Wezareta Berevanîyê bal kişand ser wê yekê ku kesên hatine qebûlkirin dê şeş mehan bikevin xuleke perwerdeyê û xwendekar dê bi pileya (mulazimê yekem) derbiçe. Temenê herî mezin ji bo xwedîyên bawernameyan wekî 25 sal hat dîyarkirin, ji bilî derçûyên zanîngehên Bakurê Sûrîyê yên berî sala 2025an ku pênc sal li ser temenê herî mezin tê zêdekirin.
Mercên xwebexşîyê ev in: Pêwîst e bawernameya zanîngehê bi kêmanî “baş” be, xwedî reftar û jînenîgarîyên qenc be, ji tawanên rûmet û emanetê nehatibe mehkûmkirin, xwedî laşekî saxlem be, dirêjîya wî ji 165 cm ne kêmtir be, û berê ji tu karekî hikûmî nehatibe derxistin, tevî sozdarîya xizmetê di Hêzên Çekdar de piştî derçûnê li gorî heyama ku wezaret dîyar dike.
Xula xwendekarên efserên pilebilind
Derbarê xula xwendekarên efserên pilebilind, wezaretê tekez kir ku xwebexşî derçûyên lîseyên deryayî û peymangehên teknîkî di van beşan de li xwe digire: Lîseya deryayî (mekanîk û elektrîka keştîyan, sarkirin û hewayê), peymangeha teknîkî ya ragihandinê, peymangeha teknîkî ya mekanîkê, peymangeha teknîkî ya mekatronîkê, peymangeha teknîkî ya pîşesazî, peymangeha teknîkî ya endezyarîya mekanîk û elektrîkê û peymangeha teknîkî ya elektrîk û elektronîk.
Wezaretê temenê herî mezin ji bo xwedîyên bawernameya lîseya deryayî 21 sal, û ji bo xwedîyên bawernameyên peymangehên teknîkî 24 sal dîyar kir. Ji bilî derçûyên zanîngehên Bakurê Sûrîyê yên berî sala 2025an ku sê sal li ser temenê herî mezin tê zêdekirin.
Hat dîyarkirin ku kesên qebûlkirî dê şeş mehan bikevin xuleke perwerdeyê; xwendekar dê bi pileya “reqîb” ji bo xwedîyên bawernameya lîseya deryayî, û bi pileya “reqîbê yekem” ji bo derçûyên peymangehên teknîkî derbiçe.
Mercên xwebexşîyê di xula xwendekarên efserên pilebilind de ev in: Pêwîst e xwedî reftar û jînenîgarîyên qenc be, ji tawaneke mezin an sûcekî ku li dijî rûmet û emanetê be nehatibe mehkûmkirin, ji alîyê tenduristî ve saxlem be û dirêjîya wî ji 165 cm ne kêmtir be, berê ji tu karekî hikûmî nehatibe derxistin, nezewicî be û soza xizmetê di Hêzên Çekdar de piştî derçûnê li gorî heyama ku wezaret dîyar dike bide, her wiha rêjeya serkeftinê di lîseya deryayî de ji %50 ne kêmtir be.
Belgeyên pêwîst
Wezaretê dîyar kir ku belgeyên pêwîst ev in: Wêneya nasnameyê yan beyana qeyda takekesî, wêneya tesdîqkirî ya bawernameyê, belgeya koma xwînê, belgeya (paqijbûna ji tawanê) ku mehek di ser re derbas nebûbe, belgeya “ne karmend e”, û beyana malbatî ya nû ji bo kesên zewicî (tenê ji bo xwendekarên efser).
Wezareta Berevanîyê bang li xwebexşên ku mercên wan li hev tên kir ku serî li rêveberîyên leşkerkirin û seferberîyê yên parêzgehan bidin, di navbera 3 heta 21ê Gulana bê de, di demên fermî de ji saet 09:00ê sibehê heta 17:00ê êvarê.
Rêveberîya Leşkerkirin û Seferberîyê li Wezareta Berevanîyê, di 6ê sibata borî de vekirina derîyê xwebexşîyê ji bo hejmarek ji xwedîyên bawernameyên zanîngehê li berjewendîya Desteya Arastekirina Manewî ragihandibû.