Şam-SANA
Bi helkefta Duşema Vejîna Pîroz “Baût”, îro serê sibehê li Katedrala Meryemîyê ya Rûmên Ortodoks li Şamê qidasek hat lidarxistin.
Patrîkê Entakya û Tevahîya Rojhilatê yê Rûmên Ortodoks Patrîk Yuhenayê Dehem serpereştîya qidasa pîroz kir. Alîkarê Patrîk Metran Romanos El-Hena, Metran Mûsa El-Xûrî, Metran Yuhena Betş, Metran Arsenîyos Dehdel û komek qeşe û şemasan alîkarîya wî kir, û Korala “Kinara”yê xizmeta qidasê kir.
Patrîkê birêz daxwaza tenduristî, xêr û serkeftinê ji bo her kesî kir, û lava kir ku aştî û aramî li seranserî Sûrîyê belav bibe.








