Şam – SANA
Tîmên Parastina Sivîl (Wezareta Rewşên Awarte) zêdetirî 29 hezar cebilxaneyên neteqîyayî (ku di nav wan de 24 hezar Bombe jî hebûn) ji holê rakirin.
Wezaretê roja Şemîyê tekez kir ku ev bermayîyên şer gefê li çandinî, perwerde û zarokan dixwin, û piştrast kir ku xebatên lêgerîna meydanî û hişyarkirinê ji bo dabînkirina aramîyê berdewam dikin.
4ê Nîsanê Roja Cîhanî ya Hişyarîya li Dijî Metirsîyên Mayînan e, ku ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin.
Armanca vê rojê ronahîxistina ser metirsîyên mayîn û bermayîyên şer e, û xurtkirina hewlên navdewletî ji bo rakirina wan û parastina sivîlan, bi taybetî li welatên ku bi şer û pevçûnan bandor bûne.



