Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: HSD Tevlî Sazîyên Dewletê dibe; Mezlûm Ebdî: Navnîşana Qonaxa Nû Aştî ye
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > HSD Tevlî Sazîyên Dewletê dibe; Mezlûm Ebdî: Navnîşana Qonaxa Nû Aştî ye

HSD Tevlî Sazîyên Dewletê dibe; Mezlûm Ebdî: Navnîşana Qonaxa Nû Aştî ye

Hat weşandin: 2026/08/25 11:55 PM
Hat nûkirin: 2026/08/25 11:55 PM

Şam-SANA

Mezlûm Ebdî, îro Sêşemê ragihand ku erkê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi dawî bûye û wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe hatiye hilweşandin.

Ev biryar piştî temamkirina pêvajoya tevlîkirina hêzên HSDê di nav lîwayên Artêşa Sûrîyê de hat dayîn.

Ebdî piştrast kir ku ev pêngav di çarçoveya derbasbûna ber bi qonaxeke nû de tê ku sernavê wê aştî, aramî û avakirina Sûrîyeke nû ye.

Ebdî, di civîneke çapemenîyê de ku li Koşka Gel li Şamê hat lidarxistin, got: “Welat derbasî qonaxeke nû bûye ku navnîşana wê aştî û avakirina Sûrîyê ye.”

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku li ser bingeha lihevkirina bi Serok Ehmed El-Şeri’ re û piştî temamkirina karên entegrasyona hêzan di nav lîwayên Artêşa Sûrîyê de, îro bi awayekî fermî bidawîhatina erkê Hêzên Sûrîya Demokratîk û hilweşandina wê wekî sazîyeke leşkerî ya serbixwe radigihînin.‏

Ebdî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em dixwazin ev roj bibe destpêka veguhastineke rastîn; ji qadên şer ber bi qadên avakirinê ve û ji serdema çekan ber bi serdema aştîyê ve.”

Wî her wisa dupat kir ku fedakarîyên şehîdan dê her dem di wijdanê wan de zindî bimînin.

Derbarê perwerdeya bi zimanê Kurdî, Ebdî ragihand: “Serok El-Şeri’ di çend boneyan de parastina mafê me yê perwerdeya bi zimanê Kurdî ragihandibû. Me derbarê mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û pêşxistina vê biryarê helwesteke vekirî dît”.

Mezlûm Ebdî anî ziman ku dê îsal xebat li ser cîbicîkirina biryara perwerdeya bi zimanê Kurdî were kirin da ku di siberojê de bibe bingehek ji bo geşedanên dîtir.

Navborî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin Sûrîyeke nû ji bo hemû welatîyên wê ava bikin; Kurd, Ereb, Tirkmen û Aşûrî. Sûrîyeke yekgirtî û aram ku paşeroja nifşên xwe biparêze û jîyaneke birûmet ji bo hemû Sûrîyan misoger bike.”

Temamkirina pêvajoya tevlîbûnê, pêngaveke sereke ye ber bi yekkirina sazîyên dewleta Sûrîyê û vegerandina rola wê ya tam li bakur û rojhilatê welat.

Ev yek bi rêya bidawîhatina pêkhateyên leşkerî û îdarî yên paralel ên ku di salên şoreşê de derketibûn holê pêk tê.

Ev pêngav dê bibe sedema çalakkirina rêveberî û sazîyên hikûmetê û girêdana herêmê bi parêzgehên din re di çarçoveyeke îdarî, dezgehî û aborî ya yekgirtî de.

Destpêşxerîyek ji bo Alîkarîya Koçberên Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê li Helebê
Ji bo Pêşxistina Ewlehîya Trafîkê, Karên Nûjenkirina Rêya Şam – Heleb Dest Pê Kirin
Necme ji SANAyê re: Navên Pêşîn ên Endamên Desteyên Hilbijêr li Hesekê û Kobanê (Eynel-Ereb)ê Tên Ragihandin
Wezareta Navxwe ligel Şandeke Brîtanî Hêsankirina Vegera Penaberên Sûrîyê Gotûbêj Dike
Di Carekê de 75 Kuştî … Rêwîtîya Wesîm El-Esed Çawa bi Cezayê Darvekirinê Bi dawî bû?
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:artêşa SûrîyêHSDKoşka GelMezlûm EbdîNûçeyên Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Gotûbêjên Sûrî-Tirkî li ser Rêyên Bihêzkirina Pevguhertina Bazirganî

September 17, 2026

Serok Ehmed El-Şeri` ligel Wezîrê Enerjîyê Dosyeya Sotemenîyê Gotûbêj Dike

September 17, 2026

Salî Şobet ligel Karbidestê Holandayê Xurtkirina Pêwendîyan û Vegera Penaberên Sûrî Gotûbêj Dike

September 17, 2026

​Wezîrê Aborî ji bo Gotûbêjkirina Derfetên Hevkarîya Bazirganî Sibe Diçe Ozbekistanê

September 16, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?