Şam-SANA
Li çend parêzgehên Sûrîyê wek Hema, Reqa, Idlib û Helebê, bûyerên ketina zarokan di bîrên avê yên vekirî de çêbûne. Ev yek careke din balê dikişîne ser metirsîya bîrên ne-ewle û gefa wan li ser selametîya şênîyan, bi taybetî zarokan.
Rêveberê Parastina Sivîl a Sûrîyê Munîr Mistefa, tekez kir ku Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan bi hevkarîya wezaretên Enerjî û Çandinîyê, li ser planeke giştî kar dike, ji bo guhertina yasayan û tundkirina sizayan li ser kesên bîran vekirî dihêlin.
Mistefa dîyar kir ku tîmên rizgarkirinê amûr û kamerayên taybet bi kar tînin da ku cihê qurbanîyan di hundirê bîrê de dîyar bikin, lê belê tengbûna bîrên irtîwazî û kûrbûna wan a zêde, operasyonên rizgarkirinê aloz dikin.