Şam-SANA
Rêveberê Têkilîyên Giştî li Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan Mazin Elûş, nûçeyên ku li ser torên civakî tên belavkirin derbarê hebûna daxuyanîyeke fermî bo vekirina derîyê sînorî yê Qamişlo – Nisêbînê ligel Tirkîyê red kir.
Elûş di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, îro Duşemê, dîyar kir ku biryara xebitandin an jinûve vekirina dergeh, girêdayî lihevkirina her du alîyên Sûrî û Tirkî ye li ser amadebaşîya tam, çi ji alîyê binesazîyê yan jî mekanîzmayên birêvebirina tevgera derbasbûnê be.
Hêjayî gotinê ye ku hin malperên civakî di van demên dawî de nûçeyên nerast derbarê daxuyanîyeke fermî bo vekirina derîyê sînorî yê Qamişlo – Nisêbînê ligel Tirkîyê belav kiribûn.