Waşington-SANA
Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Komara Erebî ya Sûrîyê li Waşingtonê Mihemed Qenatirî, bi yawerîya balyoz Ehmed El-Malatî, ligel endamên revenda Sûrî li bajarên Louisville li wîlayeta Kentucky, Indianapolis li wîlayeta Indiana û Chicago li wîlayeta Illinois, awayên pêşxistina xizmetên konsulgerîyê, hêsankirina rêkaran û bersivdana pêdivîyên welatîyên Sûrî yên li Dewletên Yekbûyî gotûbêj kirin.
Balyozxaneyê li ser platforma “X”ê, îro Yekşemê dîyar kir ku hevdîtinên ku hevdîtineke taybet bi ciwanan re û hevdîtineke berfireh li Chicagoyê li xwe digirtin, geşedan û mijarên sîyasî yên herî berbiçav, ligel dosyayên konsulgerî û xizmetguzarîyê û awayên bilindkirina asta xizmetên ku ji endamên revendê re tên pêşkêşkirin, gotûbêj kirin.