Şam-SANA
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhestina Ezmanî ya Sûrîyê, duh Pêncşemê, agahî da karmendên ku ji ber beşdarîya wan di Şoreşa Sûrîyê de ji kar hatine dûrxistin, ku ji bo temamkirina rêkarên vegera xwe ya ser kar, peywendîyê ligel Rêveberîya Geşepêdana Îdarî bi rêya sepana WhatsAppê, jimara (+963987768201), bikin.
Rêveberê Rêveberîya Geşepêdana Îdarî, Endezyar Xeys Silêman, dîyar kir ev gav di çarçoveya pabendîya bi vegerandina mafên karmandan, wekî pêşîneyeke herî giring, tên avêtin.
Silêman destnîşan kir ku heta niha girêbestên vegera 64 karmendên bi ser desteyê ve hatine îmzekirin, û tekez kir ku rêkar ji bo çareserkirina dosyayên mayî berdewam in, da ku hemû kesên mafê wan ê vegerê heye li gorî rênimayîyên îdarî yên pejirandî, vegerin ser karê xwe.
Desteyê careke din bang li her kesê ku heta niha peywendî pê re nehatiye kirin kir, ku peywendîyê bi alîyên têkildar re bike ji bo vê dosyayê bi temamî bibin serî.