Şam-SANA
Sûrîyê êrîşa Îsraîla dagirker li ser jêrxaneyên leşkerî yên li başûr bi tundî şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku sînorekî ji bo sîyasetên êrîşkarî û gefên berdewam ên ku Îsraîl li dijî Sûrîyê û tevahîya herêmê dimeşîne, deyne.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de îro got: “Komara Sûrîyê êrîşa hovane ya Îsraîlê ku îro jêrxaneyên leşkerî li başûrê Sûrîyê kiribûn armanc, bi tundî şermezar dike.”
Wezaretê dîyar kir ku Sûrîyê Îsraîla dagirker bi temamî ji encamên vê rageşîya metirsîdar berpirsyar dibîne û bang li civaka navdewletî dike ku dawî li polîtîkayên destdirêjî û gefên ku Îsraîl li dijî Sûrîyê û herêmê dimeşîne, bîne.