Şam-SANA
Wezareta Dadê îro Yekşemê belavokek derxist ku tê de rê dide welatîyan dozên rastkirina qeydên rewşa medenî (nifûs) li her dadgeheke sulhê ya medenî (çi di hundirê devera qeydkirinê de be yan li derveyî wê be) vekin, û ne tenê li dadgeha devera qeydkirina resen.
Li gorî belavokê, wezaretê kar bi rênimayên cîbicîkirinê yên resen ên girêdayî rastkirina qeydên medenî di yasaya rewşa kesî de vegerand, û belavokeke berê ya derbarê guherandina wan de betal kir.
Ev gava han di çarçoveya hewlên wezaretê de ji bo rakirina astengîyan li pêşîya welatîyan û hêsankirina rênimayên dadwerî tê.