Şam-SANA
Wezareta Enerjîyê sedemên qerebalixîya li ser hin benzînxanyên (gazîyên) li Şamê û hin parêzgehan zelal kir, û tekez kir ku ligel peydabûna madeya benzînê û berdewamîya dabînkirina wê bi rêjeya asayî, rewş ber bi aramîya tam ve diçe.
Wezaretê îro Şemîyê di daxuyanîyekê de zelal kir ku ew bi hevahengîya ligel kompanî û sazîyên têkildarî kerta sotemenîyê, rêkarên ku armanca wan çareserkirina qerebalixîya ku hin gazîyan dîtiye, xasme li bajarê Şamê û hin herêmên din di nava rojên borî de û ew tevlihevîya ku wê ji bo welatîyan çêkiriye, dişopîne.