Şam-SANA
Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Sîgorteyên Civakî, Hesen Xetîb, ragihand ku ji bo xurtkirina destpakî û lêpirsînê, heft karmendên şaxên sazîyê li parêzgehan ji kar hatine dûrxistin, piştî ku tevlêbûna wan di dozên bertîl û dizîyê de hat piştrastkirin.
Xetîb dîyar kir ku sazî, bi hevrêzkarîya ligel Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê û Dezgeha Navendî ya Çavdêrîya Darayî, hejmarek dosyayan dişopîne da ku çavkanîyên xwe biparêze û gendelîyê eşkere bike. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku doz dijî karmendin din jî hatine vekirin, ku piştî temamkirina lêpirsînan dê werin ragihandin.
Di çarçoveya pêşxistina karê îdarî de, wî amaje bi destpêkirina bernameyekê kir, ji bo nûkirina daneyên xwedîyên mûçeyan (Hejmara Neteweyî û hejmara telefonê), bi mebesta kontrolkirina mekanîzmayên dana mûçeyan, baştirkirina xizmetguzarîyan û rêgirtina li pêşîya xapandinê.
Xetîb tekez kir ku ev gav dikevin xizmeta nerîna çaksazkirinê ya hikûmeta Sûrîyê, ya ku armanca wê ew e ku şêwazê karê dezgehane pêş bixe, dîsîplîna kar xurt bike û asta karîgerîya rêvebirinê di sazîyên dewletê de bilind bike.