Şam-SANA
Wezîrê Enerjîyê yê Sûrîyê Mihemed El-Beşîr, destpêkirina amadekirina cihên xebatê û avakirina nivîsgehên teknîkî û îdarî li her du stasyonên elektrîkê yên Dêrezor û bakurê Helebê ragihand, bi armanca xurtkirina aramîya xebitîna tora elektrîkê û dabînkirina hewcedarîyên welatîyan.
Wezîr di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê, dîyar kir ku ev pêşketin piştî destpêkirina xebatan li her du stasyonên Miherdê û Zeyzûnê tê, û tekez kir ku sozên ku dihatin dayîn, li ser erdê û bi gavên bilez ji bo hilberandina enerjîyê, bi cih tên.
Koma Navdewletî ya Enerjîyê UCC, berê bi hevahengîya ligel rêveberîya parêzgeha Dêrezorê cihên stasyonên termal û stasyona hilberandina elektrîkê ya Dêrezorê bi şîyana 750 mega watt, her weha cihê stasyoneke enerjîya rojê li avahîya elektrîkê ya El-Teym, destnîşan kiribû.