Şam-SANA
Di encama lihevketina du otobusên veguhestina rêwîyan de li ser rêya Dêrezor – Şamê, di serjimêrîyeke destpêkî de, 35 kesan canê xwe ji dest dan û 30 kesên din jî birîndar bûn. Wezareta Parastinê helîkopter şandin ji bo alîkarîyê di veguhastina birîndar û qurbanîyan bo Nexweşxaneya Leşkerî ya Himsê de, bikin.
Rêveberê Hawarçûn û Rewşên Awarte li Wezareta Tenduristîyê, Dr. Necîb El-Ne’san, dîyar kir ku asta amadebaşîyê hate bilindkirin û odeyên operasyonan li nexweşxaneyên Dêrezor û Himsê hatin hazirkirin, ji bo dabînkirina kadroyên bijîşkî û çavdîrîya pêwîst, û destnîşan kir ku heye ev amar, li gorî zanyarîyên em ji qada bûyerê werdigrin, bêne guhertin.
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Navxweyî Enes Xetab sersaxî da malbatên qurbanîyan û bal kişand ser êşa windakirina xelkê ya kesûkarên wan ên ku li ser rêya pêkanîna erkê xwe bûn ligel sivîlên bêguneh.
Her weha Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Merwan El-Helebî, ragihand ku ferman bo hemû nexweşxaneyên zanîngehê li parêzgehan hatiye dayîn ku amadebeşîya xwe ya tekûz bilind bikin, ji bo pêşwazîkirina birîndaran û pêşkêşkirina çêtirîn xizmetên dermankirinê bi hevahengîya ligel Wezareta Tenduristîyê.

















